Girtîgeha Qizilhisarê, ordûgeha mirinê

21:36 - 13 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: “Girtîgeha Qizilhisar, ordûgeha mirinê”, eva navê raporekê ye ku rêkxistina mafên mirovan a Îranê li ser girtiyên Qizilhisar bilav kiriye. Rêkxistina mafê mirovan a Îranê bi hilkevta 18’ê Sermawezê, roja cîhanî a mafê mirovan raporek têr û tejî, li ser girtîgeha Qizilhisar û girtiyên wê girtîgehê bilav kiriye.

Di rapora rêkxistina mafê mirov de hatiye, girtîgeha Qizilhisar di sala 1342 li nêzîk cadeya Qizilhisar li parêzgeha Elborz hatiye çêkirin, em dibêjin ku ev girtîgeh bi yek ji girtîgehên mezin ên Rojhilata Navîn tê hesibandin.

Di dirêjiya rapora rêkxistina mafê mirov de hatiye, di dehsalên 60’î de ku destpêka tepeserkirina meşên nerazîbûnê ên xelkê ji aliyê hikûmetê ve tê hesibandin, girtiyên siyasî dişandin bo wê girtîgehê û cezaya darvekirina girtiyan di vê girtîhehê de bi rêve dibirin.

Di beşek din ya raporê de hatiye, derbazbûyiya hebûna girtiyên siyasî di vê girtîgehê de, vedigere bo berî şoreşa gelên Îranê ku vedigere bo sala 1357’an, bo serdemê Mihemed Riza Pehlewî. Yek ji wan girtiyên siyasî, Dr. Mihemed Melikî ye, ku beşek ji serdemê hukmê xwe di vê girtîgeha Qizilhisarê de derbaz kir.

Di raporê de hatiye, piraniya girtiyên vê girtîgehê, tawanên taybet bi madeyên hişber û kesên ku bi tawana kuştin, destdirêjî û alozîçêkirin û wed…, di vê girtîgehê de hene, û piraniya girtiyên vê girtîgehê xelkê parêzgeha Tehranê û bajarên din ên Îranê ne, û niha piraniya darvekirinan di vê girtîgehê de bi rê ve diçe, û mixabin weke pêdvî rêkxistinên mafê mirovan, û çalakvanên civatên medenî bala nekişandine ser qasa darvekirinê di vê girtîgehê de.

Di beşek din a raporê de hatiye, tevî hebûna neh odeyan li qada serve, xwediyê cihek taybet bi Qerentî ne, û cihek din bi nevê Segdan “kulka se” ye, ku hemû girtiyan berê ku biçine nava girtîgehê, di destpêkê de diçine Qerentîne.

Rapor amaje bi qasê zêdebûna hejmara girtiyan di girtîgehê de dike, ku amarên hûr di ber destê me de nînin, lê li gor amaran ku ji girtîgeha Qizilhisar ve ketiye ber destê rêkxistina mafê mirov, aliyê kêm 6 hezar kes di yekeya hejmar 1, û 2 hezar û çarsed kes di yekeya hejmar 2, û 7 hezar jî di yekeya hejmar sê de hene.