Giritiyekî siyasî yê Kurd ji mafê pêragihîştinên pîzişkî bêpar maye

22:17 - 30 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Berpirsên girtîgeha Bîrcendê girtiyekî siyasî yê Kurd ji mafê çavdêriya pîzişkî bêpar kirin.

Li gorî nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, “Mihemedemîn Ebdullahî”, girtiyê siyasî yê Kurd ku di girtîgeha bajarê Bîrcendê de hepsî ye, ji mafê pêragihîştinên çavdîriya pîzişkî bêpar maye.

Li gorî gotina çavkaniyeke haydar di vê derheqê de, ev girtiyê siyasî yê Kurd ku, ji ber êşa guh û êşên bê derman, azaran dibîne, berpirsên girtîgeha bajarê Bîrcendê jî, pêşî ji pêragihîştinên pîzişkî ji bo vî girtiyê siyasî yê Kurd kirine.

Herwiha vê çavkaiya haydar di vê derheqê zêde jî kiriye ku: Berpirsên girtîgeha bajarê Bîrcendê daxwazên vî girtiyê siyasî yê Kurd yên derheqê pêragihîştinên pîzişkî li derveyî girtîgehê red kirine.

Di dawiya meha Hezîrena îsal de, “Mihemedemîn Ebdullahî”, ku murexesiya çareseriyên pîzişkî di bajarê Bokanê de derbaz dikir, ji aliyê hêzên îstixbarata hikûmeta Îranê ve tê binçavkirin, û ji bo derbazkirina heyama cezaya hepsê, ji bo girtîgeha bajarê Bîrcendê hate veguhastin.

Ev girtiyê siyasî yê Kurd tevî derbazkirina nîva heyama cezaya hepsa xwe heyanî niha jî, ji mafê azadiya bimerc bêpar e.

Herwiha ev girtiyê siyasî yê Kurd, di demsala Payîza sala 1384`an de bi tometa “alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon yên Hikûmeta Îranê” bi 18 sal cezaya hepsa te`izîrî, û dûrxistina ji bo girtîgeha “Tebes” ê hatibû cezadan, û di Rezbera sala 1394`an de, nerazîbûna xwe li hemberî bêparbûna xwe ji mafê murexesî, û herwiha razînebûan bi azadkirina bişert ya navbirî, û herwisa redkirina daxwaza vî ya derheqê veguhastina navbirî ji bo yek ji girtîgehên nêzîkî cihê jidayîkbûna wî, dest avête girevê, û her di roja duyema ya girevgirtinê de, di 6`ê Rezbera 1394`an de, ji girtîgeha “Tebesê” ji bo girtîgeha Navendî ya bajarê Bîrcendê tê veguhastine.