Giritiyekî din yê Kurd jiyana xwe ji dest da

20:56 - 3 Şibat 2018
Ajansa Kurdpa: Hemwelatiyekî din yê Kurd ku, di meşên nerazîbûnê yên heyamên borî de hatibû giritin jiyan ji dest da.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê, hevwelatiyekî Kurd bi navê Xalid Qeyserî xelkê Kirmaşanê ku çend rojan piştî nerizayetiyên xelkî, ji aliyê hêzên Îtila`atî ve hatibû destbiserkirin, roja Şemiyê 7`ê Rêbendanê di girtîgeha vî bajarî de canê xwe ji dest da. Malbata vî hevwelatiyê Kurd, mirina kurê xwe di girtîgeha Kirmaşanê de piştrast kirine.

Li gora gotina çavkaniyeke haydar, hêzên îdareya Îtila`atê, ji malbata wî hemwelatiyê Kurd re gotine ku kurê wan bi sebeba bikaranîna madeyên sirker canê xwe ji dest daye, lê vê çavkaniya haydar ev îdi`aya hêzên serkutker yên hikûmeta Îranê red kiriye.

Hêjayî basê ye ku “Xalid Qêyserî” zêdeyî 20 rojan bû ku, hatibû binçavkirin, û di girtîgehê de giritî bûye.

Di heyama meşên nerazîbûnên seranserî yên xelkê Îranê û Kurdistanê yên li dijî hikûmetê, tevî serkutkariyên hovane yên hêzên hikûmetê, hezaran hemwelatî hatine giritin û hejmarek hemwelatiyan jî bi sebebên serkutkariyên hovane yên hêzên xwînmij yên hikûmetê, di wan bûyeran de canê xwe ji dest dane.

Li gora amarên medyayan, û piştrastkirina çavkaniyên dewletî, nêzî 4 hezar hemwelatî hatine giritin û nêzî 28 hewelatiyên sivîl jî bi sebeba serkurkarî û reftarên hovane yên hêzên hikûmetê canê xwe ji dest dane.

Li gora çavkaniyên nûçegihaniyan, 6 hemwelatiyên ku hatibûne girtin, di heyamên lêpirsînan de, di giritîgehên hikûmetê de, jiyana xwe ji dest dane.