Girevgirtina seranserî ya xelkê Kurdistanê destibserkirina çalakvanên medenî li pey xwe anî

22:35 - 12 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa: Bi destpêkirina girevgirtina giştî ya xelkê Kurdistanê, hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê dest bi girtina hevwelatiyan û çalakvanên medenî yên Kurd kiriye.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Îro Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) bi destpêkirina gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, hêzên Îtila`ata Hikûmeta Îranê dest bi destbiserkirina hevwelatiyên medenî yên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê de kiriye.

\"\"“Moxtar Zari`î”, “Reşîd Nasirzade”, “Xelîl Gencî”, “Mihemed Azkat”, “Dilêr Roşen”, “Ehmed Tibîre”, “Soran Danişwer”, “Aram Fethî”, “Moslêm Behramî”, “Xalid Husênî” û “Mozefer Salihniya” ji van çalakvanên medenî ne ku hêzên Îtila`atê ev bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, destbiser kirine, û çalakvanên medenî yên ku hatine destbiser kirin xelkê bajarên wekî “Merîwan” û Sine” ne.

Herwisa hêzên îtila`atê di bajarên wekî, “Şino” , “Pîranşar” û “Mehabadê” jî dukanên dukandaran bi reng destnîşan kirine.
Ji aliyekî din ve hêzên îtila`ata li bajarê wekî Rewanser û Serdeştê de jî du hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Baqir Seferî” û “Ce`ifer Resolpûr” bi sedemên nediyar destbiser kirine û ev ji bo cihê nediyar veguhastine.

Îro Çarşemî 21`ê Xermananê, xelkê Kurdistanê li ser bangeşekirina Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi armanca nîşanda nerazîbûna xwe derheq îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd û mûşekbarana binkeyên partiya Demokrat, dest bi gireva seranserî kirine û tevî gefên hêzên îtila`ata Hikûmeta Îranê xelkê Kurdistanê di girevgirtina xwe de berdewam bûn.

Wêne: Soran Danêşwer, Aram Fethî û Mislêm Behramî