Girêva karkerên şirketa SANA li bendava Dariyan\\ 6 heyve karmiza wan nedanê

19:31 - 24 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: karkerên şirketa SANA li bendava Dariyana şarê Pawê, midê 6 heyvane karmiza wan nedanêû bi vê hegerê ketine girêva ne-xebitînê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, midê 2 rojane ku karkerên şirketa SANA li bendava Dariyana şarê Pawê li parêzgeha Kirmanşan, bi nûşandeka protesto kirina paşketina karmiza 6 heyvan, bo carik din det dan bi girêvê.

\"22277.jpg\"
Karkerên vêşirketê, ku pêştir û li roja 11ê Xermanan de, ber derê fermandariya vîşarî de ketibûn girêvê, niha jî 2 roje ku li cê xebitîna xwede li bendava Dariyan, ketine girêvêû naxebitin.

Ew karkerên Kurd ku, pitira wan xwedî jin û zarokên û ji xelkê kêm dahatê vê dewerêne, bi hegera paş ketina karmiza wan, tûşî asteng û bandoran dibinû daxwaza pêdana zûka ye karmiza paşketiya xwe dikin, lê heya niha, berpirsên vêşirketê, xwe ji dana karmiza wan radigozin.

Şirketa SANA, li rewşa anîn pêya santarlik hidro elekrik li bendava şarê Pawê deye û sala borî jî, bi hegera girêva karkerên vêşirketê, 12 karkerên wir ji ser kar hatibûn derxistinê.