Gireva dubare ya dukandar û bazariyên bajarên Bane û Cuwanro bi sedema daxistina sînoran

21:38 - 15 Nîsan 2018
Ajansa Kurdpa: Esnaf û bazariyên bajarên Bane û Cuwanro carek din bi sedema daxistina sînoran girev girtin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa, îro yekşemî, 26`ê Xakelêweya 1397`an, bazarî û dukandarên bajarên Bane û Cuwanro li hember daxistina bazarçeyên sînorî û zorbûna baca gumrikê girev girtin û daxwaza vekirina sînoran dikin.

Bazariyên bajarê Bane div ê girevgirtinê de bi nîşaneya nerazîbûn li hember daxistina sînoran, sifreyên vala ji xwarinê li pêşberî pasaja “Beheşt”raxistin.

Li vê derheqê de roja Sêşemî, 14`ê Xakelêweya 1397`an, bazarî û dukandarên bajarên Seqiz, Cuwanro, Merîvanê bi daxistina bazaran, daxwaza vekirina sînoran kirin.

Roja Şemî, 5`ê Reşemeya 1396`an, dukandar û esnafên Pîranşehr û Bane jî bi armanca nîşandana nerazîbûn li hemberî daxistina sînoran, girev girtin ku bi sedema destwerdana hêzên Îtilaat û givaşên zêde, bazariyan gireva xwe şikandin.

Jiyan û bijîva piraniya bajarên sînorî ên Kurdistanê, girêdayî van sînoran e ku midehek e bi sedemên nediyar hatine daxistin.