Gireva birçîbûnê li girtîgeha Urmiyê girseyî dibe

13:19 - 3 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Gireva birsîbûnê a girtiyên siyasî ên Kurd li girtîgeha navendî a Urmiyê ku heya niha ji aliyê berpirsên wê zîndanê ve bê bersiv maye, didome.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, îro Sêşemî 2’ê Çileya pêşîn a 2014’an, 12’emîn roja bê navber a gireva birsîbûnê, ji aliyê girtiyên siyasî ên Kurd li zîndana Urmiyê de ye.

28’ girtiyên ku dev ji xwerinê berdane, bi armanca wê yekê ku berpirsên girtîgehê, girtiyên siyasî ên wê girtîgehê ligel girtiyên din ên bi cezyên cûr bi cûr tevlîhev kirine, nerazîbûna xwe derbirîn û ew kiryara hikûmeta Îranê wek şêwazeke zext û givaşê bi ser gitiyên siysî ên Kurd de dest nîşan kirin.

Hindik jêderan ragihand ku rewşa giştî a girtiyan ber bi xirabiyê ve diçe û berpirsên zîndana nav birî tu girîngiyê bi vê pirsê nadin.

Vekolîn û lêgerîna alavên şaxsî, standina defter û kaxizan ji girtiyan û her wiha gefxwarin ji girtiyên mehkûm bi darvekirinê û agahdar kirina wan bi dema cî bi cî kirina Îdamê, ji haletên reftar û helsûkeftên berpirsên girtîgehê ligel wan 28 girtiyan, tên hesibandin .

Kampaniya berevanî kirin ji girtiyên siyasî û sivîl, di nûtirîn raporta xwe de ragihand ku girtiyên benda jinan a girtîgeha navendî a Urmiyê, ji wan 28 girtyên siyasî ên Kurd ku 12 roje ketine gireva birçî bûnê, piştevanî kirin.

Heya niha girtiyên siyasî ên girtîgehên Recayî Şehr, Zahîdan, Sine û Başûrên Îranê, tevlî helmeta berxedana girtiyên siyasî ên Urmiya Rojhelatê Kurdistanê bûne ku girseyî û giştî bûna wê çalakiyê, di tevahiya zîndanên hikûmeta Îranê de, gellek mûhtemel e.

Hêjayî gotinê ye; çend roj berya niha, berpirsên zîndana Urmiyê Mensûr Arwend, girtiyê Kurd ê mehkûm bi darvekirinê ku tevlî 28 girtiyên din ketibû gireva birçîbûnê, berpisên gitrtîgeha navbirî ew bi zîndana bajarê mihabê sirgûn(tebîd) kirin.

Îran çaremîn welatê cîhanê ye ku zortirîn hejmara gitiyan bi xwe digre û liçav hejmara girtiyan û nifûza welatên girtî têde, tenê 3 welatên Amerîka , Rûsiya û Berazîl, ji Îranê pitir zîndanî di hefsên wan de ne.