GIREV LI SÎNORÊ “PERWÎZ XAN” A KIRMAŞANÊ

16:09 - 27 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Sedan Kedkar li Sînorê Perwîz Xan bi henceta nedana heqdedstan ve, girev ji karê girtin.

Kedkarek wê Sînorê ji “Kirmanşah Post” re gotiye ev Du Heftiye ku Dirafê heqdeste wan ne dane wan û bersiva wan jî nayê dayîn.

Pêka çavkaniyan, berpirsên Bazarçeyê dixwazin hin ji Bêkarên Kirmaşanê li dewa wan danêne ser kar.

Berîtir “Îlna” daxuyandibû nedana heqdestê Kedkaran ji aliyê Kompaniyan ve, bûye sedema nebûna rêk û pêktî di kar û barên Bazarçeyê de.
\"5831.jpg\"
Ji alî din ve Payîza sala bihorî Girevek li Sînorê han pêk hat ku Fermandarê wê bajarê Soza çareseriya arîşeyan da Kedkaran û bi wê awayê karî wan bizivirîne ser kar.

Bazarçeya Perwîz Xan ku tewlî Sînorê Xusrewî, 50 ji Sedî Şandiyên Êraq ji bo Îranê bi xwe digire, 14 Salan beriya niha bi fermî dest bi karê xwe kir.

Şaristana Qesrê Şîrîn a Kirmaşanê zaftir ji 24 Hizar kesan di xwe de bi cih kiriye ku 186 Kîlomêtr Sînorê hevpar tevî Herêma Kurdistana Êraqê heye.