Germiya seqayê canê Şivanek Kurd girt

13:13 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Şivanek Kurd seva çûneserê ya dereceya germiyê li yek ji gundên bajarê Dêhluran ya ser bi parêzgeha Îlamê canê xwe li dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja bihûrî yek ji ajeldarên gundê “Bêşezar”ya herêma Dêhluran ku jibo peydakirina pezê xwe serdana çiyayên herêmê kiribû,seva germiya zaf,tûşî celteya dil bû û li encam de canê xwe li dest da.

Bi gotina akinciyên gundê Bêşezar, ew hevwelatiyê Kurd piştî wê yekê ku mandî dibe, li gomekê de bêhna xwe dide û her li wî cihî tûşî celteya dil dibe û canê xwe li dest dide.

Îdareya keşnasî ya parêzgeha Îlamê bilav kir,ku li çend rojên pêş de pileya germiya seqayê li bajarê Mêhran û Dêhluran gihîştiye 50 dereceyan û her seva vê yekê welatî bi neçarî li malên xwe de dimînin.