Gefên Îtila`atê bû sedema liberçûna zaroka jineke pêgiran

19:45 - 8 Çirriya paşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Jina pêgiran ya Kurd bi sebeba gefên hêzên Îtila`atê ên bajarê Sine, zaroka wê li ber çû.

Li gora rapora gihîştî Ajansa “Kurdpa” yê, hemwelatiyê Kurd yê bi navê “Irfan Kerîmî” xelkê bajarê Sine, li pey givaş û gefên hêzên Îtila`atê bêserûşûn bûye, û gefên berdewam yên wan hêzan bû sedema liberçûna zaroka hevjîna wî.

Nûçegîhanê “Kurdpa”yê, di bajarê Sine de ragehandiye ku: Ev hemwelatiyê Kurd 4 meh e ku nediyar e, û ji çarenivîsa wî tu agahiyek li ber dest nine, û çavkaniyekî nêzî malbata Kerîmî îlan kiriye ku: Hêzên Îtila`atê, êrîş birine ser mala Irfan û kelûpelên şexsî ên wî dest bi ser da giritne, û digel xwe birine.

Vê çavkaniya haydar zêde kiriye ku: Hevjîna wî hemwelatiyê Kurd a bi navê “Sara Ferhadî” bi sebeba givaş û gefên hêzên Îtila`atê, piştî du rojan bestbiserî di nexweşxaneyê de, tûşî liberçûna zaroka xwe bû,û Îdareya Îtila`ata bajarê Sine bi tometa alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd ên Opozisyona hikûmeta Îslamî a Îranê, hewl dane daku Irfan Kerîmî binçav bikin.

Heyanî belavbûna vê nûçeyê, givaşên hêzên Îtila`atêli ser malbata Kerîmî ji bo radestkirina zarokê xwe ji bo Îdareya Îtila`ata bajarê Sine dom heye.