GAZÎKIRINA MAMOSTAYEK SUNNÎ OL JI BO ITTILA’ATÊ

17:11 - 1 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: “Seyîd Mird Fethî” Endamê Şewra bi rêveberiya Mekteba Qur’ana Sine ji bo Ittila’ata wê bajarê hate gazîkirin.

Pêka rapora Kurdpa û li gor Malpera girêdayî bi Mekteba Qur’ana Sine, roja Pêncşemb 31’ê Tebaxê, Seyîd Mirad Fethî ji Endamên Mekteba Qur’ana Kamyaranê û Endamê Şewra bi rêveberiya Mekteba Qur’ana Parêzgeha Sine ji bo Ittila’atê hate gazîkirin.

Fethî li Demhijmêr 10’ê Siwenda heya 1 /30 ên paşnîvro li Ittila’atê ketiye ber lêpirsînan.

Ev Mamusteye yê Olî ji bona Daxuyanî di şeva 29’ê Remezanê de ku Rixne ji Komara Islamî Girtibû, ket ber lêpirsînan.

Di heyamê Heyva bihoprî de kesk din ji Mekteb Qur’ana Sine hate binçavkirin.