Gazî kirina Xwendekarên Kurd ên zanîngeha Urmîyê

18:17 - 7 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: zext û givaşên Îdareya Îttlat a Îranê li ser çelengên Xwendekarî û bilavokên Kurdî rûpelek nû bi xwe girtîye û di vê navberê de xwendekarek Kurd bo heraseta Zanîngeha Urmîyê hat gazî kirin.

Li gor rapora Ajansa Kurdpa: heraseta Zanîngeha Urmîyê Xwendekarek sala Sê a rişteya Kampiyotêr ê gazî kir.

Elî Milanî seba alikarî li rê xistina navenda wêjeyî a “Îlam”ê û navenda wêjeyî a “Kormanc” bangî hiraseta Zanîngeha Urmîyê hat kirin.
Navenda wêjeyî a Îlamê pêştir ji alîyê berpirsyarên zanîngeha Urmîyê hatibû girêdan.

Elî Milanî pêştir jî gazî hiraseta Zanîngehê hatibû kirin û hereşe ji vî hatibû kirin ku li egera berdevamî dan bi çalakîyên xwe, tirmekê dê li xwendinê bihê bêpar kirin.

Niha navenda wêjeyî û ferhengî a Kormanc li zanîngeha Urmîyê, bi bilav kirina bilavokên hîn bûn a zimanê Kurdî di nava xwendekarên Kurd li zanîngehên Kurdistana Îranê mijûle.

Li aliyekî din û li gor nûçeya gehiştî bi malpera KurdPa: çelengên xwendekarî ên parêzgeha Îlamê li niha paşve jibo bilav kirina bilavokan bi zimanê Kurdî dibe ji Îdareya Îttlat a parêzgehê îznê vergirin.

Çavkanîyek haydar li bajarê Îlamê got ku niha li hemû parêzgeha Îlamê de, tu bilavokek bi zimanê Kurdî bilav nabe û Havîna Îsal kovara “Çirdavil” ku tenê bilavoka Kurdî a zanîngeha Baxter a Îlamê bû, di qunaxên dawîn ê çapê de îzna bilav kirinê hate girtin.

Çirdavil bi zaravê Kurdî ê Lekî dihat çap kirin.
Zext û givaşên nû ên ser xwendekarên Kurd di heyamê çend mehên bihûrî de bûye sebeb ku hin ji wan çelengên xwendekarî ên naskirî seba nebûna ewlehîya canî welêt bi cih bihêlin.

Ebas Kakeî û Dîyako Xeyatî û Şaho Hosênî li wan xwendekarên çeleng û çalakên ferhengî ne ku neçar bi bicih hêlana welêt bûne.