Gazî kirina çalakvanên Mesebî bo Îdareya Îttlata bajarê Sinê

15:16 - 24 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakvanek mesebî yê xelkê bajarê Sinê, bo carek din jibo Îdareya Îttlata bajarê Sinê hat gazî kirin û lêpirsîn jê hat kirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 22’ê Nîsanê Haşim Husênpenahî endamê şivra Mekteba Quran û yek ji mamostayên olî yê xwendingeha “Îmam Buxarayî” li bajarê Sinê, bo careke din jibo Îdareya Îttlata bajarê Sinê hate gazî kirin û bo heyamê du demjimêran ji aliyê hêzên Îttlatî yê vî bajarî lêpirsîn jê hate kirin.

\"12188.jpg\"
Malpera Îslam Kurd , zimanhalê Mekteba Quran bilav kir, hêzên Îttlatî li ser pêywendiya Hsênpenahî tevî kanalên Îslamî û her wiha rewşa navxwe ya welatê Sûriyê pirsyar ji navbirî kirine.

Çalakê olî roja çarşemiyê berwar 23’ê Nîsanê jibo wergirtina pasporta xwe û Hesen Emînî serdana dadgeha bajarê Sinê kiribû û bi wan ragehandibû” zewt kirina pasporta we ji aliyê Îdareya Îttlat bûye û tenê li ser daxwaza vê Îdareyê biryara zewt kirina pasportên ve dêbihê hilvişandin.

Haşim Husênpûr roja dûşem berwar 3’ê Adara 2013’an li ser çalakiyên xwe jibo Îdareya Îttlat hatibû gazî kirin.