Gazî kirina 15 kes ji berbijêrên hilbijartinên Şivra bajarê Bokanê bo Îdareya Îttlat ya wî bajarî hatin gazî kirin

20:39 - 20 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 15 kes ji berbijêrên hilbijartinên Şivra bajarê Bokanê seva nerazîbûn bi encama hilbijartinan û her wisa hebûna saxtekariyan li hilbijartinên Şivra bajar de, ji aliyê Îdareya Îttlat ya wî bajarî hatin gazî kirin û gefa girtinê ji wan hate kirin.

Li gor rapora jansa nûçegihaniya kurdpa, 15 kes ji berbijêrên Şivra bajarê Bokanê binavên : Xusro Salihî, Yosif Salihî, Luqman Seîdî, Esed Cemiyanî, Mesûd Mehmûdî, Sabir Felekî, Sulêyman Îmamzenbîlî, Jiyan Rostemî, Şoreş Dêhban, Mehdî Xudayî, Ferhad Kamlayî Bokanî, Ebdullah Behramî, Seyd Ehemd Husêynî, Omîd Kurdeh û Ebdullah Elayî seva nîşandana nerazîbûnê li hember saxtekariyên Şivra bajar, li heyamê hilbijartinan de heya niha 5 caran jibo Îdareya Îttlat hatine gazî kirin.

Hêzên Îttlatî bi wan berbijêrên kurd ragehandine ku eger li ser nerazîbûnê xwe berdewam bin, dê jibo girtîgehê bihên şandin.

Nerazî li ser vê baweriyêne ku bi awayek berbilav li hilbijartinan de saxtekarî hatiye encam dan û her seva vê yekê daxwazê dikin ku dengên wan dîsan bihên hejmartin.

Bi gotina çavkaniyek haydar li heyamê çend rojên bihûrî de aligirên yek ji wan berbijêran li hember Parêzwaniya bajêr de dest bi xwe nîşandanê kiribûn ku li gel gef û hereşeyên Fermandarê Bokan rû bi rû bibûn.