FREEDOM HOUSE: Çapemeniya azad li Îranê qedexe ye

16:40 - 2 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Navenda FREEDOM HOUSE di nûtirîn rapora xwe li ser azadiya çapemenî li cihanê ragihad ku welatê Îranê di warê azadiya ragindin û rojmegerî de, di asta here nizim a cîhanê de bi cih bûye.

Di wê raporta ku jêr navê azadiya çapemenî ya 2015` hatiye belav kiri de, Îran yek ji wan 10 welatan tê hesibandin ku zext û givaşan dixe ser rojnamevanan. Herwiha raport wî welat wek mezintirîn zindan bo nivîskar û rojnemevanan destnîşan dike.

Îran, Koreya bakûr, Kûba, Gîne, Eritre,Sûriye, Ozbekistan, Tirkemenistan, Kerîme û Belarûs ji wan 10 welatan e ku di rapora jorîn de wek xirabtirîn şûn bo azadiya çapamenî hatine binav kirin.

Navenda Freedom house, çapemeniya wan 10 welatan bi berdevkên hikûmî şibihandiye û ser vê baweriyê ye ku hemwelatî li wan welatan, bi tu awayî nikarin zaniyariyan li ser bûyerên diqewim in bidest bixin. Ji aliyekî din ve, her bertekdan hermber wê yekê (nebûna azadiya çapemenî) li welatên jor îşare pê hatî kirin, ligel eşkence û zindanî kirinan re rû bi rû dimîne.

Gorî wî raporê ji nava 199 welatên cîhanê, 63 şûn bi welatên azad, 71 welat bi nîv azad û 65 jî bi nebûbna zazadiya çapemeniyê re, ji hev hatine cihê kirin.

\"26272.jpg\"
FREEDOM HOUSE: Îranê wek xirabtirîn welat di warê azadiya çapemeniyê de bi nav dike
Di berdewamiya raportê de Norwêj û Swêd, di warê azadiya çapemenî û azadiya bîr û hizirî de, di pileyên here baş ên cîhanê de bi cih bûne.

Herwiha navenda navborî piraniya welatên Asyayî û Ewropayî ku sedî 80 ji xelkên cîhanê bi xwe digtrin, ji welatên daxistî û ne serbest binav kiriye.

Wê saziyê eva jî aşkere kir:Tenê sedî 2 ji rûniştiyên Rojhilata Navîn, di welatên azad de jiyan dikin.

FREEDOM HOUSE damezrandineke sivîl ya ser bi xwe li Amerîkayê ye ku li ser Demokrasî û azadiyên siyasî û çapemenî lîkolînan dike.

Ew navend sala 1941`an li bajarê Waşengtonê hat avakirin.