Fredom House: Îran di asta here xirab a binpêkirina azdiyan li cîhanê

19:32 - 29 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Saziyeke piştevanî kirin ji demokrasî, naskirî bi “mala azadiyê”) evsal jî wek caran, Îran di lîsteya xirbtirîn welatên cîhanê de bi cih kir.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi berhevdana pêwera “Fredom House” li biyavê azadiyan li cîhanê, Îran ji 7’an, 6 puan qazanc kiri bû.

Raporta “Mala Azadiyî” belav kir: Tundrevên Îranê dijî her azdiyekî ne û bo dabînkiirna azadiyên şexsî ên sivîlan, pêwîste dewleta wî welatî xwe têkelî jiyana takî a hemwelatiyan neke.

Îran sala borî di pileya 191’em de bi cih bibû.

\"24451.jpg\"
Fredom House puana Îranê bo sala 2914’an 6 ji 7’an da nîşandan
Mafên siyasî û azadiyên şexsîn ên welatiyan, ji girîngtirîn mijarên“Mala Azadiyê” bo destnîşankirina pileya welatên cîhanê tên hejmartin.

Sûriye bi destxistina pileya 7’em ku pileya here nizim a wê lêkolînê ye, ji ne azadtirîn welatên cîhanê tê hesibandin. Îran, Taçîkistan û Efxanistan ji welatên ne azad tên binav kirin.

Ji 195 welatên ku ji aliyê “Mala Azadiyê”ve lêkolîn liser hatiye kirin, 89 welat azad, 55 welat heya qasekî azad û 51 welat jî, ji azadiyê bêpar in.

Saziya “Fredom House” ji aliyê Windik Wîlkî , li sala 1941’an di Waşîngton a Amerîkayê de hat ava kirin ku xwe nûnerê rasterast ê azadî û demokrasiyê li cîhanê dizane.