FISTÎVALA KERÎM XAN’Ê ZEND

14:32 - 15 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Navenda havbeşa Lor hemû nivîskar, rewşenbîr , dîroknas û lêkolîneran agehdar dike kû, festivala Kerîm Xanê Zend di heyva dawiya vê sale de dê were sazdan.

Li gor “Peyamner”’ê, Di vê agehdariyê de, dawe hatiye kirin kû, di çarçoveya tewer û mercên festival babet û lêkolînên xwe binvîsin û arasteya rêveberî û komîteya amadekara festivalê bikin.

Tewerên lêkolînên vê festivalê li ser dû aliyan pêktê, tewerê yekem yên lêkolînêye kû ji van beşan pêkhatiye; Jiyanameya Kerîm Xanê Zend, Kesayetiya Kerîm Xanê Zend di biwarên (Netewî, Civakî), rewşa Giştiya nişteciyên Zagros û kenarên wê ji aliyê ( Civakî, Aborî, Ramiyarî, Çandî) ve, bandore jiyan û kesayetiya Kerîm Xanê Zend li ser qonaxê piştî xwe de, Kerîm Xanê Zend û Paşatiya wî ya dadperwer, Kerîm Xanê Zend Kurdekî paşa û Sermayekî Mirovatiye, Lor ( Pêkhate, Çand, Dîrok, Zarave, Ardnîgarî, Rewşa Aborî û Civakî), kesayetiyên Lor di biwarên (Wêjey, Zanistî, Olî û Ramiyarî), peywendiya Lor li gel pêkhateyên din yên civaka kurdewarî de.

Tewerê Dûyem; Mercên lêkolînê: Her nivîskarek azade bo hilbijardina navnîşanekî kû pêkbê ji çendîn tewer, azade bo desnîşankirin û hilbijartina serdêrekî li gor van xalên li jor hatîn behskirin, lêkolîn ji 12 rûpelan ne kêmtir be, pêwîste bi computerê were nivîsandin û pîvana fontê wê 12 be û bi fontê (ali-k-samik) were nivîsandin, divê lêkolîn li ser metodên zanistî were encamdan, divê lêkolîn li ser CD yan li E-mail were şandin.

Pêwîste di navbera 30 rojî de lêkolîn li gor mercên li jor bikeve destê komîteya Festîvalê, yanî ji yekê heva pêş dawiya roja wergirtinê ye.