FISTÎVALA ÇÎROKXWANIYÊ LI KIRMAŞANÊ AVA DIBE

16:01 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Kanûna Perwerdeya Hizra Zarokên Kirmaşanê daxuyand, Kirmaşan ji bo Fistîvala Çîrokxwaniyê hatiye berbijêrkirin.

Riza Mûzûnî ji Îsnayê re gotiye: Ev Fistîval ya herêmên, Tewrêz, Xûzistan, Çarmehal û Bextiyarî, Mazenderan, Qum, Xurasana Başûrîn, Qezwîn û Kirmaşanê ye.

Mûzûnî daxuyandÊ Kirmaşanê li warê Çandî û Wêjeyî de ew Putansiyel hene ku Fistîval tê de bê li dar xistin.

Mûzûnî her wisa got: Fistîval dê li rojên dawîn ên Heyva Çiriya Paşîn de bê avakirin.

Kesên Eleqermend û Hezker dikarin di beşa Azad de beşdariyê bikin.