Firotina erdê quntara çiyayê Awiyer, bi endamekî Spaha Padaran

20:53 - 17 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Şêvra Îslamî a bajarê Sine, di hewleke neyasayî de, beşek ji erdê quntara çiyayê Awiyer a girêdaiyî bajarê Sine, bi endamekî nexwcihî yê ser bi Îtila`ata Sapaha Pasdaran firotiye.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, beşek ji erdê quntara çiyayê “Awiyer” ji aliyê “Celal Şerî`etî”, berpirsê Şêvira Îslamî a bajarê Sine ve, bi “Elî Sabirtî” endamê saziya Îtila`ata Sapaha Pasdaran a bajarê Tewrêzê hatiye firotin.

Çavkaniyeke haydar di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragehandiye ku: Firotina erdê quntara çiyayê Awiyer ji endamekî Îtila`ata Sapaha Pasdaran a ser bi bajarê Tewrêzê re, bi armanca dirustkirina Hotêlê bûye ku, ew hewla jî karekî neyasayî ye.

Hêjayî basê ye ku, li gora zanyariyan, ev hewla Şêvira Îslamî a bajarê Sine bi piştgiriya “Mihemed Zari`î” fermandar wî bajarî hatiye encamdan, herwiha ew çavkaniya dibêje ku: Wê kiryara Şêvra Bajêr, dijayetiya beşek ji çalakvanên sivîl û xwazaparêz yên wî bajarî li pey xwe aniye.

Di heyamên borî de jî,Îdareya Îtila`ata bajarê Sine hewla destbiserdegirtina avên jêr erdê yên wî çiyayî jî dabû.

Çiyayê Awiyer nêzî 2350 mêtrî ji bajarê Sine bilindtir e, û xeryî vê ku cihekî xweş e ji bo geriyanê, herwisa qerd û qîmeteke taybet jî li cem hemwelatiyên bajarê Sine heye.