Fireydûn Mûsapûr bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hate veguhastin

17:08 - 2 Adar 2021

Îro Şemî 12ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Fireydûn Mûsapûr” xelkê bajarê Rebet yê girêdayê Serdeştê bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Ew welatiye heyama çend rojên derbasbûyî piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtila`ata Spaha bajarê Urmiyê bo benda qerentîneya wî bajarî hatibû veguhastin.

Roja Şemî 20`ê Reşeme, “Fireydûn Mûsapûr” tevî birayê xwe yê bi navê “Ferhad Mûsapûr û Behmen Yûsifzade” li bajarê Rebet ê girêdayê Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Fireydûn Mûsapûr” roja Şemî 2`ê Reşeme ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye roja Şemî 25`ê Rêbendanê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha wî bajarî hate veguhastin û piştre roja Duşemî 27ê Rêbendanê bo lêpirsîna dûbare bo girtîgeha Îtila`ata Spahê bo carek din hate vegerandin.

Roja Şemî 25`ê Rêbendanê jî, “Behmen Yûsifzade” piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

Heta niha jî, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Fireydûn Mûsapûr” de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.