Fînlanda/Werzişkarekî Kurd pileya yekem a bedenparêzî bi dest xist

14:33 - 22 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Pêşbirka bedenparêzî (perweriş endam) li welatê Fînlanda, bi qaremaniya sporkerekî Kurd li Serpolzehava Kirmaşana rojhilatê Kurdstanê bi dawî bû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Şêrko Îlyasî werzişkarê ciwan yê Kurd, li pêşbirka bedenparêzî (perweriş endam) li Fînlanda, pileya yekem bi dest xist.

Wî werzişkarê Kurd karîbû li du beşên yekem û duyem ê wan reqabetan de pileya yekem qazanc bike.

Ew pêşbazî roja îna borî- 17`ê nîsana 2015`an, li bajarê Hîlsînkî ê paytexta Fînlandayê birê ve çû.

\"26135.jpg\"
Şêrko Îlyasî pêştir li Kirmaşanê jî pileya yekem a destebimbarekî (koştî) qazanc kiribû
Şêrko Îlyasî bi ser keftin li wê gera pêşbirkê de karî cevaza beşdarî li reqabetên bedenparêzî ên parzemîn (qare) ya Ewropa bi dest bixe.

Pêşbirkên bedenparêzî li Ewropa, biryar e ji 12 heya 18`ê gulanê li welatê Îspanyayê bê lidar xistin.

Pêştir wî sporkerî li werzişa destbimbarekî (koştî) de kar û çalakî dikir.