Fîlmek Nû Bi Navê “Kurê Xebatkarek” Li Soêdê Tê Çêkirin

12:24 - 12 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Fîlma Kurê Xebatkarek ku berhema welatê Soêd e, bîranînên çîroka pêşmergeyek Kurd e ku têde bi armanca gihîştin bi mafên xwe ên netewî û mirovî, neçar dimîne ligel hikûmeta tepeserkar şer bike, li nav şer de ji bo ku kurê xwe rizgar bike, sala 1991-an wî dişîne welatê Soêd.

Zaniyar ê temen 5 salî ku niha 23 sal temenê wî ye û dixwaze bizane çi hatiye serê wî, bo zanîna vê pirsê daxwaz ji Tahirê bavê xwe dike ku çawa kariye di rewş û zirûfa dijwar ya şerê ew dem de wî bi tenê bişîne welatê Soêdê?.

Tahîr ku niha akinciyê welatê Soêd e, hewil dide ku bîranînên xwe ên derbazbûyî ji bîr bibe û ew hemû îşkence û zîndan û darvekirina birê xwe û dengê tifing û tangan li heyamê şer de ji bîr xwe bibe.

Lê ew îdî nikare wan bîranîna weşêre, ji ber ku daxwazên kurê wî car din wan bîranînan tîne bîra wî. Welatê Soêd jî wan bîranîna dike fîlmek ku çendîn dîmenên hestyar û balkêş têde hene.
Ev fîlma 48 deqîqeyî di her çar beşên vîdyo a Ajansa Kurdpa de balav bûye.