Fîlma Werza Kergerden,ê li 86 bajarê Turkiyê hat nîşan dan

13:03 - 6 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Fîlma Sinemaî a Werza Kergerden,ê’piştî hin serkevtinan li asta cîhanê,li 86 bajarê wilatê Turkiyê hat nîşan dan.

Li gor nûçeya pişka ragehandina Fîlma sinemaî a”Werzî Kergerden” ku bi Ajansa Kurdpa,ê’ gihiştiye:Fîlma Werzî Kergerden li derhênan a Behmen Qubadî Sinemakarê Kurd li 86 bajarên cûr bi cûr ên Turkiyê hat nîşandan.

Werza Kergerden,ê dawîn berhema Behmen Qubadî ye ku bi pişikdariya hejmarek ji ekterên bi nav û deng wek:Bêhrûz Wisuqî, Monika Boloçî, Bêrn Saet,Yîlmaz Erdoxan,Bêlcîn Bêlgîn,Areş Lebaf û çend ekterên dike li bajarê Sitenbûlê hatiye çêkirin.

Werza Kergerden ku berhema hevpar a herêma Kurdistan û dewleta \"10584.jpg\"
Turkiyê ye û derhênerê navdar ê sinemaya cîhanê ” Martîn Îskor Sizî” ev fîlme bi bîneran da nasandin û piştî nîşandan li welatê Turkiyê li sinemayên hemû cîhanê dê bihê nîşan dan.

Hin ji rexne girên Turik piştî ditina fîlma Werza Kergerden ,gotine ku fîlma han Îranî niye, serbarê vê hindê Behmen Qubadî berê jî gotibû ku fîlmên min ji hest û sozên min tên çêkirin û seba vê yekê ez fîlmên Îranî çênakim û tenê fîlmekê çêdikim ku li rêza fîlmên Kurdî de be.
Werza Kergerden li dawîn pişikdar bûna xwe a navneteweyî bi amadebûna ektera bi nav û deng a sînemaya cîhanê “Monika Boloçî”li pişka derve a 12 hemîn fistîvala navneteweyî a fîlmên Mexrib,ê hat nîşan dan.