Fîlma “Şeqama D.r Qasimlû” bo xelata Zanîngeha Salfurd a Birîtanî hat berbijêr kirin

15:08 - 17 Kanûna pêşîn 2012
Ajnasa Kurdpa: Piştî bilav bûna Fîlam “ Şeqama D.r Qasimlû ” û vergirtina xelata taybet a rexnegiran li fistîvala navnetewî a “Gutam Êskrin”ê, niha jibo xelata zanîngeha Salfurd a Birîtanya yê hatiye berbijêr kirin.

Pêka rapora Kurdpayê, fîlma sînemayî a “Şeqama Dr. Qasimlo”ku  ji nivîsandin û deranîna “Fethî Mîrzayiyan” e, piştî pêşbirkêya festîvala fîlman a Nêwyorkê ku di rojên 4 heya 14’ê Çiriya Pêşîn, li Nêwyorkê birêve çû, niha jibo vergirtina xelata “Alumina”a sala 2013an ku taybet bi derçûyên zanîngeha hunerî a Salfurd a Birîtanî ye hat berbijêr kirin.

Piştî bilav bûna fîlma Şeqamî D.r Qasimlû, li zanîngeha Salfurd û dengvedanek berçav a vê fîlmê, D.r Martîn Hal berpirsyarê zanîngeha Salfurd di nameyekê de bi fermî rêz li çelengî ên Fethî Mîrzayiyan, derhênerê fîlma han girt û di ragehandinên zanîngehê de bilav kirine.

\"10220.bmp\"
Roja pêncşem, berwar 23ê Sermawez, di rêûresmekê ku jibo rêzgirtin li derçûyiyên zanîngehê hatibû sazdan, Fethî Mîrzayiyan derhênerê Kurd ji alîyê D.r Adrîyan Givayiz cêgirê zanîngeha han hat pêşwazî kirin û her wiha Alan Walkir berpirsyarê zanîngeha ” Salfurd”ê di axaftinekê de fîlma “Şeqama D.r Qasimlû”bi fîlmeki serkevti da zanîn û Fethî Mîrzayiyan wek hunermendek bi hêz binav kir.

Fîlma “Şeqama Dr. Qasimlo” 90 xulek e û bas ji jiyana pirr ji azar a gelekê dike ku ji bo gihîştin bi rizgariyê, ji mêj sale bi destên hikûmeta tepeserkar a rejîma Îranê li wî welatî de dinalin û çîroka efsûnawî a evînek e ku di encama xebatek medenî û aşitîxwazane û bi dûr ji her cure tund û tûjiyekê, ku encamek pirr ji jan û azar heye. 

Eva yekemîn car e di dîroka Kurdan de ku derhênerek fîlmekê bi navê “Dr. Qasimlo” çêdike.