Fîlma “Jiyan li ser sînor” duyem xelata navdewletî bi dest xist

20:44 - 23 Nîsan 2016
Ajansa Kurdpa: Fîlma jiyan li ser sînor ji derhînan sînemakarê Kurd Behmen Qubadî duyem xelata navdewletî bi dest xist.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, fîlam “Jiyan li ser sînor” bi wergirtina xelata “mirovdostane” a festival fîlma “Tîborn” li Amerîkayê duyem xelata navdewletî ya xwe bi dest xist.

Ew film pêştir jî di festival fîlmên serbixwe ên Ewropayê xelat bi dest xistibû.

Fîlma belgeyî ya “jiyan li ser sînor” ((Life on the Border) bi lîstikvaniya heşt zarokên bajarên Kobanê û Şingalê, û ji berhemanîna sînemakarê Kurd Behmen Qubadî ye ku ji aliyê kompaniyaya Hulendî ya “Illumina Films” di sînema û festîvalên cîhanî de eblav dibe, di beşdariya herî nû ya xwe ya navdewletî de, karî ku di meha borî de di pazdehemîn gera festival navdewletî ya fîlma “Tiborn” de xelata mirovdostane ya vê festîvalê wergire.

Ew festival bi beşdariya 65 fîlman ji sêşînemakarên 30 welatên curbicur ên cîhanê û çendîn, beşên ne sereke, di wîlayeta Kalîforniya de bi rê ve çû.