FÎLMA “EZ KURD IM” DÊ ÎKRAN BIBE

16:40 - 31 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Derhînerek Firansî dê fîlma xwe a li ser Kurdan, di 6’ê Îlonê de Îkran bike.

Îkrana fîlma bi navê “Ez Kurdim” ê ku ji aliyê derhênerên frensî Antoine Laurent û Nicolas Bertrand ve hatiye kişandin di 6’ê îlonê de pêk tê.

Îkrana fîlma \'Ez Kurd im\' dê li berbajarê Bagnolet a Parîsê li Salona “Cin\'Hoche” de pêk bê.

Antoine Laurent û Nicolas Bertrand di belgefilma kişandine de ber bi Tirkiya îro ve rêwîtiyek dikin û nasnameya Kurdan a ku li Tirkiyê tê înkarkirin û bindestiya gelê Kurd tînin ziman.

\"5892.jpg\"
Di film de 3 jin dileyîzin. Fîdan, Angel û Asli. Du ji vana Kurd in û yek jî Tirk e.

Fîlmê \'Ez Kurdim\', bi helbestî, stran, dîmen û şahidên xwe nêrîneke hêstewar û mirovane ya ji bo têkoşîna gelê kurd pêşkêş dike.

Di danasîna film de gotina “Berxwedan navê din ê jiyanê bû” ya nivîskar-rojnamevanê Kurd Mûsa Anter ê ku hate qetilkirin balê dikişîne ser xwe. Piştî Îkrana fîlm dê kokteylek bê dayîn û ekîba fîlm dê tevlî vê kokteylê bibe.

Ev Yekem fîlmê Derhênerên Firansî ye ku bi awayek fermî li ser Mafên Kurdan li Turkiye û qirkirina wan bi destên Hukûmeta Turk dixebite.

Piştî ku Dewleta Firansayê bahsa ji qirkirina Ermeniyan li turkiye derxist hole, xebatên ji wê welatê bo dateyîsandina bahsa Mafên Mirovan li Turkiye gihane astek berz.