FÎLMA “BEHEŞTA BERZ” A “DUHOK”Ê DÊ BIÇE “AMED”Ê

13:38 - 10 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Fîlma Şînwar Kemal a bi navê “Beheşta Berz” dê beşdarî fistîvala navdewletiya Amedê bibe.

Li gor nûçeyê Kurdpayê, fîlma Şînwar dê di 29’ê Heyva Çiriya Pêşîn de beşdariyê di Fistîvala Navdewletiya Amedê de bike.

Fîlma Beheşta Berz ku 43 Deqîqe ye Jiyana pêşmergeyê nivîskar “Enwer Mayî” tîne ber bahsê.

Enwer Mayî di Salên 1916’an de heya Sala 1963’an tewlî Mela Mistefa Barzaî, rêberê navdare Kurd gelek caran beşdarî şer bû û bi dijî Dîktatoran xebat kir.

Enwer Mayî ku nivîskarek pir zanyar ê Kurd bû û di helbestvaniyê de jî destek karîbûnê hebûye, di heman demê de beşdarî şoreşên Kurdistanê kiriye.