Fetisîna 2 karkerên Kurd ji xelkê Ormî li Hewlêr

13:24 - 24 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi mirina 2 karkerên dine Kurd ji xelkê Kurdistana Îran li herêma Kurdistan, hejmara mirina karkerên Kurdên ji herêmên Kurdistaniyên Îranê li despêka sala îsal heya niha bi 9 kesan gihîştiye.

Gorekî raporat ajansa nûçe gihaniya Kurd, 2 bira ji kurdên xelkê dewera Tirgewera Ormî ku li Herêma Kurdistan , li rafîna nefta nahiya Şemamikiya Hewlêr li rewşa xebitînê de, li dema paqij kirina tankên nefthilgir de tûşî gaz girtinê bûn û canên xwe ji dest dan.

Nûçe gihaniya Kurdpa, nasnama wan 2 birayan ji xelkê gundê “ Gêsiyan”a dewera Tirgewera Ormî, Selah,24 salî û Elî, 22 salî kurê Ebdullrezzaq ragihandiye ku roja Sêşema heftiya borî, 28ê Xezelwer, canê xwe ji dest dane û roja paşî termên van raguhastiyê Ormiyê kiribûn.

Tê gotin ku hevdemkarkerik din yê Ereb ku hewla rizgar kirina van 2 karkeran daye, li incam de li sedem gaz girtinê de canê xwe ji dest daye.

Li sedema aloziya aborî li Îranê û her wisa nebûna derfeta kar û bi taybet li herêmên Kurdistanî, midê 2 salên borî de bi 100an welatiyên Kurd bi amanca kar, rû bi şarên Herêma Kurdistanê kirine ku pitir wan rewşan de , ew karkerane li dema wegerînê de tûşî jêpirsînên dezgeha ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê dibin.

Li rojên borî de 2 xebatkarên karkeriya Kurd bi navên Efşîn Nedîmî ji xelkê şarê Kamiyaran û Mêhrdad Sebûrî 24 salî ku mideyik pêş niha bi amanca kar rû bi Herêma Kurdistanê kiribûn, û paşî wegereran bi Îran, li dewerên sînorî yên Banê, hatin girtin û paşî ji 10an roj, bi dezgeha ewlehiya Kamiyranê hatin raguhastinê.