FESTÎVALA ŞANOYA HEWLÊRÊ DÊ 18’Ê ÎLONÊ BI RÊVE BIÇE

15:48 - 10 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Duyemîn festîvala navdewletî ya şanoya Hewlêrê, dê îsal bi beşdariya 10 welatên biyanî bê sazkirin.

Rêvebirê şanoya Hewlêrê, Hîwa Suad, ji AKnewsê re got, me piştî bidawîbûna festîvala yekem ya şanoya Hewlêrê, dest bi amadekariyên festîvala duyemîn kir ku dê 18 Îlonê dest pê bike.

Suad, diyar kir, di festîvala îsal de, 10 welatên biyanî û Herêma Kurdistanê beşdar dibin û 10 şano tên nîşandan.

Hîwa Suad, da zanîn, jibilî nîşandana şano, dê 7 pirtûkên şanoyê jî çap bikin û her wiha emê kovaran jî derxin.

Rêvebirê şanoya Hewlêrê, got, kovarekî taybet bo bûyerên rojane yên festîvalê dê bê weşandin.