“FESLÊ KERGEDEN”, WATE WERZA KERGEDENAN DÊ LI TURINTOYÊ ÎKRAN BIBE

15:23 - 3 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Berhemek din ji berhemên Behmen Qubadî dê tevî berhemên derhînerên naskiriye Cîhanê bê îkrankirin.

Maplera “Nêdayê Sebzê Azadî” wate Gaziya Kesk a Serbestiyê dê li beşa taybetî a 37’emîn fistîvala Turintoyê bikebve ber îkranê.

Ev fîlme, Şeşemîn fîlma dirêj a Behmen e û dê li roja 13ê Îlonê derkeve holê.

Berhema Behmen Qubadî dê tevî 148 berhemên din ji şûnên cor bi core Cîhanê ji bo cara Yekê bikevine holê.

Li 37’emîn Fistîvala torintoyê de wê 289 fîlm li 79 welatan beşdar bibin ku li rojên 7 heya 17’ê Îlonê dê ev fistîval ava bibe.

Ev fîlm bi leyîza Bêhrûz Wusûqî, Monîka belûçî, Birên Saet, Areş Lebbaf û hin ji leyîzkarên Sînemaya Turkiye bi Zimanê Farsî hatiye çêkirin ku Mûsîqaya Fîlmê bi ji aliyê Keyhan Kelhur ve hatiye lêxistin û fîlm ji Ferzad Kemanger û Sanêi Jale re hatiye pêşkeşkirin.

Çîroka fîlmê a Helbestvanek Kurd e ku li Jiyana xwe a Windabûyî digere.