Ferzad Samanî û Sakar Eynî bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin

17:54 - 2 Hezîran 2021

Êvareya roja Sêşemî 11`ê Cozerdan, “Ferzad Samanî” û “Sakar Eynî”, ên binçavkiriyên Befranbara sala 1399`an, piştî derbasbûna nêzî 5 mehan ji binçavkirina wan, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Birayê Ferzad Samanî yê bi navê Faruq Samanî di hevpeyvînekê de digel Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê nûçeya veguhastina birayê xwe û Sakar Eynî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê piştrast kiriye.

Roja Yekşemî 9`ê Cozerdanê, Ferzad Samanî seba givaşa hêzên îtila`ata Sipah û berdewamkirina heyama binçavkirina wî ji aliyê dadgeha şoreş a Mihabadê ve, gireva birçîbûnê girt.

Dadwerê taya 3 ya dadgeha şoreşa bajarê Mihabadê Dadwer Xulamî, bo cara şeşê yek li pey yek, heyama binçavkirina Ferzad û Sakar Eynî dirêj kiriye. 

Roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an, Ferzad Samanî xelkê bajarê Mihabadê digel Soheyb Badrûc, li xevtingeha zanîngeh a Xarezmî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Ew xwendekarê qonaxa karnasiya bilind a civaknasiyê, piştî binçavkirinê bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`ata Spah li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Herwisa roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an, “Sakar Eynî” xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spahê li bajarê Tehranê, hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyke yasayî, ew welatiyê Kurd binçav kiribûn û ew bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Sakar Eynî”, xwediyê birwanameya beşa bajarsazî li zanîngeha bajarê “Urmiyê” ye.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferzad Samanî” û “Sakar Eyînî”de hatiye sepandin, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.