Fermandeyê pasgahik li Selasa Bavecanî, lawik 17 salî birîndar kir

16:09 - 21 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: hêzên çekdarên hukûmeta islamiya Îran, bi hêceta nêzîk bûn bi xalên ser sînor, şêlikiyê bi welatiyan dikin û heya niha bi 10an welatiyên sivîl û kolber, bi vê hêcetê hatine kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdpa; lawik 17 salî, ji Kurdên xelkê yekik ji gundên ser sînorêŞêx Sele, li Selasa Bavecanî, bi şêlikiya hêzên intizamiya pasgaha Geznê, hate birîndar kirin.

Raportêrê Kurdpa li Selasa Bavecanî, navê wî lawê Kurd, Ferhad(Cemşîd) Seddiqî Menêş, naskirî bi Bege, kurê Hisên, ji xelkê Banî Nar, li ser sînorêŞêx Sele, ragihandiye, ku li roja Çarşem, 29ê Gelawêj, 20 August 2014 de, ketiye ber gulleyên hêzên intizamî.

Kesik li wir bo raportêrê Kurdpa eşkere kiriye ku, fermandeyê pasgaha Geznê bi navê Pehlewanî, Ferhad Siddîqî Meniş daye ber gulleyan û birîndar kiriye.

Ev lawê 17 salî, bo çareser kirina birîndariyê, raguhastiyê nexweşxaneyik li Kirmanşan kirine ûçi zanînik ser rewşa tendurustiya vîçinine.

Li midê salên borî de, bi 100an welatî, bi destêçekdarên hukûmeta islamiya Îran, hatine kuştin û serwey hindê ku bikujên wan jî ji aliyê xelkêû kesên wir de hatine nas kirin, lê, çi kes ji wan, ji aliyê senterên dadweriyê de, nehatine sizadan û heya jêpirîn jî ji wan nehatiye kirin.