Fermanderê Hêza Bejayî ê Spaha Pasdaran, Serdana çiyayê Şaho li bajarê Kamyaran û Kosalan kir

20:47 - 8 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Fermanderê Hêza Bejayî ê Spaha Pasdaran, di gel hejmarek berpirsên leşkerî, bi merema naskirin û agehdarbûn derheq rewşa cografiya çiyayê Şaho û herwisa li tirsa hêzên Kurdî, serdana bilindahiyên wî çiyayî kirin.

Roja Înê 17`ê Cozerdana 1388`an “Mihemed Pakpûr” Fermanderê Hêza Bejayî ê hikûmeta Îranê, di gel hejmarek li berpirsên leşkerî, serdana çiyayê Şaho li bajarê Kamyaran û Kosalanê kirin.

Di wê serdanê de, “Mihemed Teqî Osanlû” fermanderê Biryargeha Hemize ya Seyîdullşuheda yê bakûrê rojavaya Îranê, Mihemednezerî Ezîmî, fermanderê Biryargeha Necefî Eşref yê Hîza Bejayî yê Spaha Pasdaran, serdana çiyayê Şaho li bajarê Kamyaran û Kosalan kirin.

Çavkeniyeke agehdar di vê pêwendiyê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye: “Serdana berpirsên payebilind ên leşkerî ên hikûmetê bo çiyayê Şaho û Kosalan, zêdetir li tirsa hêzên Kurdî û naskirina cografiya wan du çiyayan bûye.

Herwisa li gorî vê çavkaniyê, berê jî çend caran berpirsên Spaha Pasdaran li şêvra gundên “derdora çiyayê Şaho ya bajarê Kamyaranê ragihandine” ku, çiyayê Şaho cîheke stratîjîke û bitaybet nabe nêzîkî zozanê “Haniye û Gozîban” bibin.

Herwisa vê çavkaniyê ji Ajansa Nûeçgihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: “Di destpêka Rasana Rojhihatê de, hemû salê bi hênceta hebnûa hêzên Kurdî ên li dijî hikûmeta Îranê, manorên leşkerî lidar dixîn in, û daristan û quntara çiyayê Şaho dişevitîn in”.

Her di vê pêwendiyê de, meha Cozerdana îsal, Spaha Pasdaran bo çav tirsandina rûniştiyên gundên derdora çiyayê Şaho, manoreke leşkerî lidar xistin, û daxwaz ji xwedî teriş ên gundên “Palingan û Dêweznav” kiribûn da ku çûna bo çiyayê Şaho xwe biparêzên.