Fermanderê Giştî Yê Hêzên Çekdarên Tirkiyê Dijberiya Xwendin Bi Zimanê Kurdî Dike

12:02 - 7 Kanûna Paşîn 2012
kurdpa:Necdet Uzal, Fermanderê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Tirkiyê ji bo malpera Haber Turk radigehînne ku li gor madeya 43 ya yasaya bingehîn ya Tirkiyê tu zimanek ji xeynî zimanê Tirkî nikare bibe zimanê zikmakî ya wî welatî û ez bi tewahî li dijî perwerde û xwendin bi zimanê Kurdî li Tirkiyê de me.

Navbirî herwiha didomîne û dibêje: \"Li Tirkiye yek zimanê fermî û sereke heye û nabe ku zimanê Kurdî jî pê were zêde kirin.\"

Gotinên Uzal yên han di demekê de ne ku heyamek beriya niha Erdogan û çend berpirsên din yên siyasî li Tirkiyê bas ji xwendin û nivîsandin bi zimanê zikmakî kiribûn.

Li salên derbazbûyî de li Parlemana Tirkiyê bi sedema axivtin û pêşkeşkirina gotaran bi zimanê Kurdî çendîn Parlementarên Kurd ketine zîndanê.