Fermandê Sînorparêzî yê Îranê bas ji kontirolkirina sînoran bi “Pehpad”an kir

17:55 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2020

Fermandê Sînorparêzî yê Hêzên Leşkerî yê Îranê, bas ji damezrandina “Biryargeha huşmendsazî a sînorên Îranê” kir û ragihandiye ku biryara damezrandina wê biryargehê, bi hemû fermandeyên sînorparêz yên Îranê hatiye dan.

“Ehmed Elî Guderzî” di daxuyaniyekê de digel Nûçegihaniyan ragihandî ye: “Biryar e ku sîstema elektironîkî, optîkî, radar û ew alavên nû ku îro di cîhanê de hene, wekî wan di Îranê de bêne afirandin û mifahê jê vergirin”.

Wî berpisê leşkerî herwisa ragihand: “Kontirolkirina sînor di rêya kamêra û mifahvergirtin ji (Pehpad û rêzperendêha), tevî kêmkirina hegeriya êrîş, ewlehiya Îranê li sînoran zêde dike”.