Fermandarê berê yê bajarê Serdeştê hate girtin
20:22 - 10 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarê Şivra Yekgirtî ya parêzgeha Urmiyê û fermandarê berê yê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Nexedê hate girtin.
Îsmail Mîrzayî welatiyê Turk yê xelkê bajarê Nexedê seva mêvandariya Mihemedriza Arif berbijêrê posta serokkomariya Îranê, ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hate binçav kirin.
Kemal Husênî alikarê fermî yê Ajansa Mukiryan jibilî piştrastkirina vê nûçeyê bi nûçegihaniya Kurdpa ragehand: Navbirî niha tevî Mesûd Kurdpûr rojnamenivîsê Kurd di girtîgeha Îdareya Îttlat ya bajarê Urmiyê de binçav kiriye.
Husênî ew yek jî zelal kir, çend rojan beriya niha Mihemedriza Arif li hevpêvînek telefîzyonî de piştî vegera xwe a ji parêzgeha Urmiyê, îşare bi girtina “Îsmail Mîrzayî”kiribû ku seva aligirî ji rêformxwazan hatiye girtin.
Têz zanîn ku çend rojan beriya niha Mihemedriza Arif jibo piropagendeyên helbijartinan seredana parêzgeha Urmiyê kiribû û li mala Îsmail Mîrzayî berpirsyarê Şivra Yekgirtî ya Muşariketê li parêzgeha Urmiyê li bajarê Nexedê, lê piştî vegera navbirî, Îsmail Mîrzayî hatibû girtin.