Fermanberê yek ji îdareyên Îlamê 4 kes kuştin û 7 kes jî birîndar kirin

Demjmêrek berî niha yek ji fermanberên hatî derxistin li ser kar, li îdareya Darayî ya “Weqfa Muste`izefan” a bajarê Îlamê, di hewlekê de, 4 kes ji fermanberên wê îdareyê kuştin û 7 fermanberên din jî birîndar kirin.

Wî welatiyê piştî derxistina wî li ser kar, ew kiryara encam daye.

Herçend heta niha nasnameya wî welatiyê nehatiye ragihandin, lê, çavkaniyên hikûmetî bas ji xwekujiya wî welatiyê piştî wê bûyerê dikin.