Fêrkirina zimanê Kurdî li Kirmaşan+Hevpeyvîn
14:51 - 15 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: 3’emîn xola hînkirina zimanê Kurdî, ji aliyê çalakvanekî çandî ê Kurd, li kirmaşana rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di berdewamiya fêrkirina zimanê Kurdî li rojhilatê Kurdistanê, Navenda Çanda Soma bi mamostatiya Xebat (Seîd) Xusrowabadî, 3 dewreyên elimandina zimanê Kurdî li Kirmaşanê birêve bir.
Ew xola zimanê Kurdî heya niha 50 welatiyên Kurd li kirmaşanê hînê rêzman û nivîsîna zimanbê Kurdî kiriye.
Xebat xusrowabadî mamostayê zimanê Kurdî ê wan dewreyan, peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Pirtûkên fêrkirina wê navendê bi devoka Kurmanciya Jêrîn (soranî) ne lê ez hewil didim kêleka wê de devok (zaraweya) Kelhorî jî fêrî hînberan bilkim.
Ew çalakvanê Kurd li ser pişikdarbûna hînberan di wê xola fêrkirinê de dibêje: Bi xweşbînane! Pêşwazî kirina welatiyan li fêrbûna zimanê Kurdî gellek baş e. Heya niha piraniya kesên beşdarê wê xolê doktor û xwendekar bûne ku piştî bi dawî hatina dewreyê, bawernameya zimanê Kurdî bi wan hatiye dayîn.
Xebat Xusrowabadî herwiha amaje bi vê yekê jî kir: Ez pirr dixwazim pereyê hînkirinê ji xwendevanan vernegerim lê bisedema vê ku Navenda hîn kirina Soran pereyên çapkirina pitrûkan ji me dixwazin, em bi neçarî wî karî dikin.
Xebat Xusrowabadî di bersiva wê pirsê de jî ku hewil dana we bo fêrkirin zimanê Kurdî çi astekî da ye û gelo baweriya we bi zimanekî standar ê Kurdî heye? got: baweriya min bi zimanekî standard ê Kurî heye û di vî warî de du pitûk jî min amade kirine, lê niha ku ez ligel Navena Hînkirina Soma me hindik ciyawazî nav bera me li ser zimanê Kurdî hene ji ber ku wê navendê du pît bi zimanê Kurdî zêde kirine. Ez hemû hewila xwe didim hînberên zimnê Kurdî ber bi zimnaê standard ê Kurdî ve şewq bikim daku wî zimanî bi awayekî berfireh hîn bibin.
Kurs (fêrgeh) a zimanê Kurdî a Soma ku 11 sale hatiye ava kirin, navenda serke ya wê li bajarê Mehabada rojhilatê kurdistanê ye û bi awayekî ber fireh li rojhilatê Kurdistanê xebtê dike ku bi gotina berpirsê vê navenda çandî , heya niha bi sedan mamosta û zêdetir ji 12 hezar xwendevan pişikdarê ji dewreyên hînbûna zimanê Kurdî li wê kursê kirin e. Nûnerên wê navenda perwerdeyê niha li 45 bajaran, 230 gunadn û 32 zanistgehan, dest bi xebatê dikin.
Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di berdewamiya fêrkirina zimanê Kurdî li rojhilatê Kurdistanê, Navenda Çanda Soma bi mamostatiya Xebat (Seîd) Xusrowabadî, 3 dewreyên elimandina zimanê Kurdî li Kirmaşanê birêve bir.
Ew xola zimanê Kurdî heya niha 50 welatiyên Kurd li kirmaşanê hînê rêzman û nivîsîna zimanbê Kurdî kiriye.
Xebat xusrowabadî mamostayê zimanê Kurdî ê wan dewreyan, peyamnêrê Kurdpa re ragihand: Pirtûkên fêrkirina wê navendê bi devoka Kurmanciya Jêrîn (soranî) ne lê ez hewil didim kêleka wê de devok (zaraweya) Kelhorî jî fêrî hînberan bilkim.
Birêveçûna 3’emîn dewreya hînkirina zimanê Kurdî
Navborî, têkil kirina devokên Kurdî bi hevre, hewil danek bo standard kirina zimanê Kurdî bi nav kir û got: Ew rêbaz ê bandorek xurt li ser hînberan dane.Ew çalakvanê Kurd li ser pişikdarbûna hînberan di wê xola fêrkirinê de dibêje: Bi xweşbînane! Pêşwazî kirina welatiyan li fêrbûna zimanê Kurdî gellek baş e. Heya niha piraniya kesên beşdarê wê xolê doktor û xwendekar bûne ku piştî bi dawî hatina dewreyê, bawernameya zimanê Kurdî bi wan hatiye dayîn.
Xebat Xusrowabadî herwiha amaje bi vê yekê jî kir: Ez pirr dixwazim pereyê hînkirinê ji xwendevanan vernegerim lê bisedema vê ku Navenda hîn kirina Soran pereyên çapkirina pitrûkan ji me dixwazin, em bi neçarî wî karî dikin.
Xebat Xusrowabadî: Ez bawerim zimanê yekgirtî ê Kurdî heye û di vî warî de min du pirtûk jî amade kirine.
Berpirsê navenda hînkirina zimanî Kurdî a Soma li Kirmaşan eva jî eşkere kir: Ez mijûlî nivîsîna çîrokeke Kurdî me û romaneke min jî amadeyî weşanê bûye. Herwiha ez hewil didim mûhleta yasî bo çapkirina pirtûkên Kurdî û navendeke ser b xwe bo wî karî ji îdareya Çandî a hikûmeta Îranê verbigrim.Xebat Xusrowabadî di bersiva wê pirsê de jî ku hewil dana we bo fêrkirin zimanê Kurdî çi astekî da ye û gelo baweriya we bi zimanekî standar ê Kurdî heye? got: baweriya min bi zimanekî standard ê Kurî heye û di vî warî de du pitûk jî min amade kirine, lê niha ku ez ligel Navena Hînkirina Soma me hindik ciyawazî nav bera me li ser zimanê Kurdî hene ji ber ku wê navendê du pît bi zimanê Kurdî zêde kirine. Ez hemû hewila xwe didim hînberên zimnê Kurdî ber bi zimnaê standard ê Kurdî ve şewq bikim daku wî zimanî bi awayekî berfireh hîn bibin.