Ferhengoka taybet bi peyv û destewajeyên hiqûqa navneteweyî hate çap û belavkirin
21:29 - 22 Îlon 2018
Ajansa Kurdpa:Ferhengoka taybet bi peyv û destewajeyên hiqûqa navneteweyî ji aliyê mamostayekî zanîngehê yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê ve, ku niha di welatê Tirkiyê de akincî ye, ferhenguka bi 4 zimanan çap û belav bû.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Sabir Ebdullahzade, mamostayê zanîngehê ye û xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ye, ku niha di Kurdistana Tirkiyê de akincî ye, û ferhengoka taybet bi peyvên mafên navneteweyî, bi 4 zimanên wekî Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî çap û belav kiriye.
1 hezar pirtûk ji vê ferhengokê ji aliyê navenda “Sîtav” li Kurdistana Tirkiyê ve hatiye çapkirin, û ev ji bo cara yekem e ku ferhengokek derheq peyv û destewajeyên mafên navneteweyî, bi zimanên Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî tê çap û belav kirin.
Dr. Sabir Ebdullahzade, sala 1987`an li Diza Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê ji dayîk bûye, û li sala 2014`an jî, karî pila doxtoriyê di taya Hiqûqa navneteweyî de, li zanîngeha bajarê Hemedanê werbigire.
Herwisa navbirî wekî mamostayê zanîngeha bajarê Mehabadê mijûlê dersgotinê bû, û bi sedemên siyasî û givaşên navendên ewlehiyê, li sala 2016`an ji zanîngehê tê derxistin û neçar dibe, cih û warê xwe biterikîne û di Kurdistana bakûr a Tirkiyê de akincî be.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Sabir Ebdullahzade, mamostayê zanîngehê ye û xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ye, ku niha di Kurdistana Tirkiyê de akincî ye, û ferhengoka taybet bi peyvên mafên navneteweyî, bi 4 zimanên wekî Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî çap û belav kiriye.
Sabir Ebdullahzade
Ev ferhenguka 1224 peyv û destewajeyên derheq hiqûqa navneteweyî li xwe digire, ku di pirtûkeke bi qasî 224 rûpelan de hatiye çapkirin.1 hezar pirtûk ji vê ferhengokê ji aliyê navenda “Sîtav” li Kurdistana Tirkiyê ve hatiye çapkirin, û ev ji bo cara yekem e ku ferhengokek derheq peyv û destewajeyên mafên navneteweyî, bi zimanên Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî tê çap û belav kirin.