Ferhenga Pêyvên Navdewletî a “Gilusb” zimanê Kurdî bi fermî nasîn

20:31 - 4 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Li encama xebat û tekuşîna hejmarek ji mamostayên zimanê Kurdî li pişka zimannasî ya navdewletî a “Gilusb”,Şirketa elektronî ya navbirî zimanê Kurdî bi lîsteya zimanên fermî yên cîhanê zêde kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, piştî vê hindê ku 10 kes ji mamostayên zimanê Kurdî li herêmên cûda cûda a Kurdistana Turkiyê û her wisa hejimarek ji xwendekarên zimanê Kurdî bi awayek fermî û berdewam alikariya xwe tevî vê Şirketa navdewletî destpêkirin, Şirketa navbirî li heyamê çend rojên bihûrî de bilav kir, zimanê Kurdî bi lîsteya zimanên fermî yên cîhanê hatiye zêde kirin.

Li destpêkê de zimanê Kurdî bo ser zimanê Turkî hat wergerandin û piştre bo hemû zimanên din yê vê malperê hate zêde kirin û niha bi zêde bûna zimanê Kurdî bi zimanên fermî yên vê malperê,rêjeya zimanên resmî yên vê malperê bo 128 zimanan çûye.

li heman demê de Şîrketa han daxwaz ji hemû karnasên zimanê Kurdî kiriye ku bi hinartina hizir û ramanên xwe alikariya xwe tevî vê Şirketê dest pêbikin.

berê jî Facebookê zimanê Kurdî wek zimanê fermî bi lîsteya zimanên xwe zêde kiribûn û niha jî Tuyitêr (Twitter)mijûlî zêde kirina zimanê Kurdî bi lîsteya zimanên xwe ye.

\"12468.jpg\"