Ferhenga peyvan ya navên giyayan bi zimanê Kurdî hate çap û belavkirin

20:06 - 4 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Ferhenga Peyvan ya navên giyayan bi zimanê Kurdî, piştî 14 salan hewl û têkoşana bê hempa li bajarê Mardîn a Kudistana Turikiyê, hate çap û belavkirin.

Ferhenga Peyvan ya navên giyayan bi zimanê Kurdî, piştî 14 salan zehmet û têkoşana bê navber û komkirina navên Kurdî yên 20 hezar giyayî, ji aliyê “Ehmed Qasm Uxlû”, li bajarê Mardîn a Kurdistana Turkiyê, hate belavkirin.

Wî endazyarê çandinyê yê xwenenişîn 14 salan berî niha, komkirina navên Kurdî yên giyayan bi taybet giyayên ku di Kurdistanê de, çê dibin dest pê kiriye.

“Ehmed Qasim Uxlû”, bi îmkanatên şexsî û herwisa bi alîkariya çend perfessorên zanîngeha Dîcle, dest bi komkirina navên Kurdî yên giyayan kiriye.

Piştî dawî hatina navên Kurdî yên giyayan, ev ferhenga Peyvan bi alîkariya “Qadir Yêldrim”, li zanîngeha “Artuklu” a bajarê Mardînê, hate çap û belavkiriye.