Felekedîn Kakayî wefat kir

13:48 - 1 Tebax 2013
Ajansa Kurdpa: Felekedîn Kakayî kesayetiyê navdar ê Kudistanê û siyasetmedar,nivîskar seva celteya dil koça dawiyê kir.

Nûçegîhaniyên herêma Kurdisanê bilavkirin ku Felekedîn Kakeyî berwar 31/7/2013`an li nexweşxaneya havînhawara Selahedînê koça dawiyê kir.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji ofîsa Kakeyî ji Basnewsê re got: ‘’Tendirustiya wî gelekî baş bû û îro bi karê xwe ve mijûl bû, lê piştî nîvro ji nişkave wefat kir.’’ Kakeyî wek yek ji serkirdeyên jêhatî yê Partiya Demokrata Kurdistanê û yek ji aqilê kulturî yê wê partiyê dihate naskirin.

Felakedîn Kakeyî:
-Felakedîn Sabîr Kakeyî ku wek Felakedîn Kakeyî dihat naskirin, sala 1943’ê ji dayîk bûye û ligel siyasetê nivîskar û rojnameger bû.

Ji destpêka sala 1957-1959 dest bi çalakiyên xwendekarî û lawan kiriye.

-Di sala 1965 de tevlî Bizava Demokrasî ya Kurdî û Erebî bûye, zêdebarî nivîsîna gotarên edebî, gotar ji zimanê Kurdî wergerandine zimanê Erebî û berevajiya wê.

-Sala 1962’ê yekemîn çîroka Kurdî nivîsî ye û belav kiriye.

-Sala 1964’ê bi zimanê Erebî dest bi rojnamevaniyê kiriye.

-Sala 1967’ê li Bexdad, romana ‘’Bîtaqeya Yanesîb’’ çap kiriye. Heta sala 1967, navhatî herwiha gelek çîrok bi zimanê Kurdî û Erebî nivîsî ye, zêdebarî gotargelên wî yên edebî û wergêran ji Kurdî bo Erebî û berovajîyê wê jî.

- Di sala 1967 de di jîyana nivîsîna wî de gorankarî di jîyana nivîsîna wî de bi ser de dihêt û diçe rêza peyamnêran û nivîserên rojnameya ´´Teaxî´´ ku rojane bi zimanê Erebî li Bexdad derdikevt ku heta îro jî berdewame.

- Wek peyamnêr û nivîser li Teaxî kar kiriye, ewca bûye nivîserekî cîgîr (cihgirtî, berdewam) û nivîserê rûpelan û birêveberê nivîsîn di sala 1973 de. Di sala 2003 de bûye nivîser û niha jî xodan îmtiyazê wê ye.

- Her weke sernivîserê çendîn rojname û govarên dinên Kurdî û Erebî bûye, îca çi li şar yan jî li çîya di dema bergirîyê de.

-Sala 1974’ê bûye rêveberê ragehandinê di nav şoreşê de û bi pratîkî sernivîseriya Radyoya Dengê Kurdistanê kiriye, wate ji sala 1974’ê ve heta 1994’ê bi berdewamî serpereştî kiriye.

  -Rojane bi Kurdî û Erebî gotar dinivîsîn. - Di 1980-1991 bi praktîk sernivîserê rojnmaeya ´´Xebat´´ bû ku bi nihênî li çîya derdikevt.

-Di sala 1993-2001 de weke sernivîserê ´´Xebat´´ dest bi kar bû, ku hate damezrandin û heftane hejmarek lê derdikevt.

-Bi dirêjîya salên 1960-1974 de rol hebûye di çalakîyên sendîkayên cemawerî, cotkarî û karkeran de.

-Di sala 1979 de bi endamê komîteya navendîya partîya demokrata Kurdistanê hate hilbijartin, ewca bûye endamê polîtboruyê di heman salê de û heta niha jî di nava serkirdayetîya partîyê de maye.

-Di sala 1992 de di yekemîn xûla parlemana Kurdistanê´´encûmena niştîmanîya Kurdistanê´´ hate hilbijartin.

- Di sala 1996 de bû bi wezîrê rewşenbîrî yê hikûmeta herêma Kurdistanê heta sala 200 dest ji kar berda, paşê bû bi wezîrê herêmê.

- Di sala 2006 de dûbare weke wezîrê rewşenbîrîyê hate hilbijartin.

- Di sala 1992 heta 2005 endam parleman bûye. Heta niha endamê çendîn yekîtî û rêkxistinên rewşenbîrî û nivîsran û rojnamevanan bûye.

-Niha endamê Yekîtîya parlemanterên Kurdistanê û serokê komeleya birayetîya Kurd û Turk e.

-Beşdarî di hejmareke zêde ya kongreyên navxweyî û navdewletî de kiriye bi taybetî ewên peywendîdar bi opozisiyona Iraqî ji sala 1985 ve heta guhertin arewşa Iraqê.