Fecbookiyan bi silogana Urmiye dilê Kurdistanê berxwedana wir destek kirin

19:10 - 15 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Dirêj bûna greva birçîbûnê li hepsa Urmiyê, piştevanî û destek kirina torên civakî bi pey hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di demekî de ku berxwedana girtiyan li zîndana Urmiyê di roja xwe ya 26’an de ye, kampaniya“Îro Urmiye dilê Kurdistanê ye”,li tora civakî”Fecebook”ê hat lidar xistin.

Yekek ji avakerên wê çalakiyê peyamnêrê Kurpa re wiha got: Armanc ji avakirina wê kampaniyayê di tora civakî de, destek kirina girtiyên siyasiyên Kurd ên girtîgeha Urmiyê ye ku sembola berxwedanê ne û 4 kes ji wan jî di greva birsîbûna “hişik” de ne.

Wî endamê çalakiya“Urmiye dilê Kurdistanê ye”, di dirêjeya axaftina xwe de amaje bi wê yekê kir ku em hewil didin bi wê kiryara xwe wekheviyê navbera çalakvanên siyasî, çandî û parêzerên mafên mirovan de çêbikin daku dengên girtyên ku 26 roj in ketine gireva birsîbûnê, bi raya giştî ya cîhanê re nîşan bidin û wan bi wê yekê agahdar bikin.

\"23620.jpg\"
Di du salên borî de çalakvanên dunyaya mecaz (xeynî heqîqî), li Kurdstan û Îranê, dest bi rêxistina çend rûpelên Fecbookî di warên çandî , siyasî û edebî de kirin e ku destek kirina jinên bûyera Merîwanê û herwisa hunermend Şehram Nazirî mînakek bo vê yekê ne.

Ji 20’ê Çiriya paîşîn a 2014’an, 27 girtiyên Siysî ên koxûş (bend) a 12’an a girtîgeha Urmiyê bi sedema şert û mercên xirab ên hundirê zîndanê û bêrêzî kirina berpirsên girtîgehê bi geirtyan, ketine gireva birsî bûnê de.

Heya niha piraniya navendên parastina mafên mirovan û kesayetiyên siyasî û nivîskrên Kurdistan û Îranê, ji wê berxwedan greva biçîbûna Urmiyê piştevanî kirin e.