Fabrîqeya zêr li Têkabê hat vekirin

21:30 - 16 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Mezintirîn kargeha berhemanîna zêrê Rojhelata Navîn, di yekek ji hejartirîn bajarên Rojhelatê Kurdistanê li Têkabê de hat avakirin.

Derfeta afirandina kar bo 250 heya 300 kesî bi awayekî rasteqîn û bo hezar kesî jî bi şêwazeke ne rasteqînî, di encama vekirina wê fabeîqeyê de hat ragihandin, eva di demekê de ye ku pêştir jî hejmarek kirêkarên Kurd di destpêka Bihara îsal, li ser kar hatibûn derxistin, herwisa berhermanîn û cuda kirina zêrê wê karegahê ji riya madeyên kîmyawî û jehir kirî ve tê cîbicî kirin.

\"23178.jpg\"
Nûçegihaniya “Mêhr”di nûçeyekî de pişt rast kir ku ew kargeha zêr di destpêkê de şiyana çêkirina şimşên zêr hebûye û niha dikare asta berhemanîna şimş li Îranê bi 5,5 ton bigehîne.

Heyamek pêştir xelkê deverê behsa peywendiya rasteqîn a kedkarên wê kargehê ligel madeyên kîmyayî ên wek Siyanûr û Arsîng ê kiribû û ragihandibû ku piştî bikaranînê, wan madeyan royî nav avê dikin.

Fabrîqeya han ku Zêr û xweliyê ji hev cuda dike, çend salbû bi sedema berçav negirina şêwazên leş saxiyê û karûbarên nestandard, hatibûn daxistin.

\"23177.jpg\"
Yekek ji akinciyên Têkabê bi ajansa Kurdpa re got: “tenê ew fabrîqeya Zêran bo hikûmeta Îranê cihê mifah wergirtinê ye, jiberku bi sedema neparastina şîweyên tenduristî û jîngeh parêziyê xeynî serşorî û pîskirina jîngehê xêrek bo rûniştiyên vê deverê nîne.
Wî hemwelatiyî di dirşjeya gotina xwe de bas ji wê hindê kir ku Têkab yeke ji bajarên hejar ê Kurdistanê ye ku bêkarî û nedana bûdceyê arîşeyeke mezin di wî bajarî de afirandiye.

Madena Zêr a“Zere Şûran,”mezintirîn kanzeya Zêr a Rojhelata Navîn e ku di 39 kîlometrî a Têkab û başûrê Azerbaycana Rojava de bi cî bûye û xwediyê 11 milyon ten Zêrê paşkevtî kirî ê 7/9 Eyar e.