Ezmûna Dersa Bijarte ya Kurdî Hat Kirin

15:22 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Ji bo dersa bijarte ya Kurdî, Zanîngeha Artukluyê dest bi gihandina mamosteyan kiribû. Ji bo vê, 500 kontenjan hatibû veqetandin lê 2 hezar û 528 kesan serî lê. Yên serî lê dan, ketin ezmûnê.

Wekî ku têye zanîn, îsal di dibistanên navîn de zimanê Kurdî weke dersa bijarte dê were xwendin. Ji bo vê dersê, hewcedarî bi mamosteyan heye. Zanîngeha Artukluyê ya Mardinê, ji bo gihandina mamosteyên zimanê Kurdî, dest bi bernameyekê kir.

Bo perwerdehiya zimanî Kurdî 500 kontejan vekir. Lê ji bo vê kontejanê 2 hezar û 528 kesan serî lêda. Ji bo ku ji nav van namzedan 500 kes werin hilbijartin, ezmûn hate çêkirin.

Beriya ezmûnê, Cîgirê Rektor Kadrî Yildirim derheqê ezmûnê de agahî da namzedan. Ezmun li Mêrdînê ji aliyê OSYMê, li 10 dibistanan hate kirin. Namzed piştî kontrolê ketine polan. Ezmûna ku ji 10 pirsan pêk dihat satekê dewam kir û piştre namzed derketin derve. Pirs ji bo hinek namzedan zehmet bûn. Li gor hinekan jî, hêsan bûn.

Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, got wan eleqeyeke weha hêvî nedikir. Yildirim diyarkir ku ew ê bi edaletê ezmûnê binirxînin. Prof. Dr. Yildirim got, ev pengav gaveke dîrokiye û wê dewama wê jî were.