Ez xema hevpişkim \\ raporta 2 senterên mafê mirov seba mîn li Kurdistana Îranê

20:44 - 3 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: 2 senterên şaristanetî û mafê mirov, raportik hevpişk li bara mînên danî û yên bi cî hiştiyên li Kurdistana Îranê weşandin.

Gorekî nûça gihîştî bi ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, bereberî 13emîn konfransa welatên endamê konvansiyona naw-netewiya dijî bi kar anîna mînên dij bi kes, binav kirî bi peymana “ Otawa”, raportik 20 rûperî ji aliyê” sentera piştgirî ji mafê mirov û rêxirava mafê mirovê Kurdistana Îran-jinêv “ seba mînên danî li Kurdistana Îranê de weşandine.

\"17187.jpg\"
Şîrîn Êbadî, damzrêner û berpirsê sentera pişt girî kirin ji mafê mirov
Ew raport ku bi navê “ Mîn dujminê li pûsiyê de, erkê hukûmeta Îran li hember bergirî kirin ji hevwelatiyan” hate weşandin, awir daye ser xisarên mirovî, aborî û civakiyên mîn li Kurdistana Îranê.

Şîrîn Êbadî, damzrêner û berpirsê sentera pişt girî kirin ji mafê mirov û Têymûr Êlyasî, nûnerê rêxirava mafê mirovê Kurdistana Îran-Jinêv, ev raport weşandin.

Gorekî vê raportê ku bi zimanên Kurdî, Farsî û ingilîsî hatibû weşîn, li sal de 700 welatiyên Kurd dibin qurbaniyê mîn û tiştên milîtariyên bi cî hiştiyê şerê Îran-Êraq û her wisa %43 qurbaniyan temenê wan li bin 14 saliyê deye.

\"17186.jpg\"
Têymûr Êlyasî, nûnerê rêxirava mafê mirovê Kurdistana Îran-Jinêv
Li raportê de şanî bi hindê jî hatiye kirin, 4,200,000 Ht, sînorên hevpişka Îran-Êraq de mîn û tiştên teqînê têdene.

Nebîna nexşê danîna mînan, nebûna tiştên modern, xemsariya siyasî, lawaziya hukûmet û qedexe kirin xebatên senterên şaristanetî, ji hegerên bingehîna paqij kirna herêmên bi mîn li Kurdistana Îranê tên hisêb.

Heya niha 157 welat tevî konvansiyona qedexe kirina mîn, qedexe kirina bikar anin û ragirtina mînên dij kes, bûne.

Îran, Çîn, Erebistan, Imarat, Israîl û Amerîka … endamê peymana “ Otawa” ninin.