Evîndarî, canê lawik Kurd li Tehranê jê sitand

12:32 - 10 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: lawik 18 salî ji dewera Tekab, li şarê Tehran bi xwe darda kirinê kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî nûça ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Nasir Emanî, kurê Yehya, ji xelkê gundê Nebî Kendî ser bi bexşa “ Textê Silêman”a Tekab, hewla xwekujîda û li sedem de canê xwe ji desta da.

Bi gotina kesik agadar, Nasir Emanî li dewera Tekab de evîndarê keçik bû û paşî xwestin ji malbata keçê, malbata keçikê dijatî tev kiribû.

Serekanî ew jî got, Nasir her li vê sedemê de dest daye xwekiujiyê.

Li vê barê de, li 13ê Xezelwerê de jî, lawik 22 salî bi navê Yasîn Rehmetî, kurê mele Teha, ji xelkê gundê Sêlwêya Pîranşar, xwe dermanxwerî kiribû ku li sedem de canê xwe ji dest dabû.

Gorekî statîstîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka hyva Xezelwera îsal heya niha(48 roj), 18 welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de kutayî bi jîna xwe anîne.

Li gelempera vê hejmarê, 8 ji wan jin, 10 jî mêr bûne û li wan 18 kesande jî 8 ji xwekujiyan li 18 rojên borî de qewimîne.