Eşkence kirina Girtiyên Mesebî yên Girtîgeha Qizilhisar ê

15:03 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek mesebî yê xelkê bajarê Ciwanroyê ji aliyê karbidestên girtîgeha “Qizlhisar”a bajarê “Kerec”ê bi xûrtî hatiye eşkence kirin.

Berwar 9’ê Nîsana 2013’an berpirsê girtîgeha Qizilhisar û berpirsyarê ewlehiya vê zîndanê û Serhengek (Qumandan) Sipaha Pasdarên Îranê binavê “B. Elîzade”êrişî ser benda girtiyên mesebî yêm Kurd dikin û bi tundî wan eşkence dikin.

Çavkaniyekê bi ajansa nûçegihaniya kurdpa ragehand: Li encama eşkenceya wan girtiyan,serê girtiyek mesebî yê xelkê bajarê Ciwanroyê binavê “Sidîq Mihemediyan” keştiye û bi xurtî birîndar bûye.

çavkaniyê da xuya kirin, rewşa saxlemiya girtiyê han gelek xirabe û serbarê vê yekê karbidestên girtîgehê îzna çareseriyê nadin.