Erselan Hidayetî bi awayê mercdar ji girtîgeha Dêzlavayê hate azadkirin

16:23 - 26 Çirriya pêşîn 2020

Roja Yekşemî 4ê Xezelwerê, “Erselan Hidayetî” çalakvanê medenî ê xelkê bajarê “Qurweyê” bi awayê mercdar û karkirineke zêde li rojên dawiya girtina xwe ji girtîgeha “Dêzlava” ya bajarê Kirmaşanê hate azadkirin.

Navbirî di wê derheqê de li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê nivîsiye: “Sala 1397an bo heyama 66 rojan girtî bûm û wê carê jî bo heyama 34 rojan  binçavkirî bûm, ku serhev bû bi 100 roj û 20 rojên dawiya binçavkirina min jî hate bexşîn, lê bi awayê mercdar, ku heyama 10 rojan ez mijûlê kerkaririnê di girtîgehê de bûm û demjmêr 6 sibê heta 6 êvarê û di ti ciheke dadnameya min de nehatiye nivîsîn ku tu bi karkirina zêde bi girtîgehê hatî cezadan.

Wî çalakvanê medenî li derheq 10 roj karkirina zêde a xwe li girtîgehê ragehandiye: “10 rojên dawiyê ez li cehenemek bi navê benda kedkaran bûm, du odeyên biçûk digel 30 girtiyên din, ku bilî min û parêzerê bendê û du kesên din, yên din tev cigarekêş û mûtad bûn, çend caran ku ez nîvê şevê radibûm û ode dibû bêhna cigare û madeyên hişber û…hwd, wir benda kedkaran nebû, belkî benda mûtadan bû! Li derê madeyên hişber dianîn û di nav bendên girtîgehê de dihatine belavkirin.