Êrîşa wezîfedarên Şaredariya bajarê Bane bo ser hemwelatiyên Kurd

16:18 - 19 Kanûna Paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Êrîşên li dijî destfiroşên hejar û bêdahat yên Îranê, di Kurdistanê de, didomin.

Her di vê pêwendiyê de, wezîfedarên şaredariya bajarê Bane, êrîşî ser destfiroşekî wî bajarî kirine û bi rengekî nemirovane, digel wî kasibkarê Kurd reftar kirine, û daşqeya wî jî şikandine.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, şeva derbazbûyî demimêr 10`ê şevê, wezîfedarên şaredariya bajarê Bane, êrîşî ser destfroşekî Kurd ê xelkê wî bajarî kirine, û di encamê de jî tiştên xwarinê yên wî destfroşî ku bi firotina wan dahata jiyana xwe dabîn dikir, ji nav birine.

Şahidekî wê bûyerê daye zanîn ku, wî kasibkarê Kurd ku tenê ji ber neçarî û dabînkirina debara jiyana xwe karê destfiroşiyê encam dida wezîfedarên şaredariyê, tiştên wî kasibkarî ji nav birine, û bêhurmetî û sivikatiyekî zef jî bi wî kirine.

Di heyamên borî de jî, wezîfedarên şaredariya bajarê Bane, di dema çolbûna şeqam û kolanan, di tariya şevê de, cihên ku destfroş ji ber neçarî û bêkariyê wir karê destfiroşiyê dikin bêserûber kirine, û çend kevirên mezin danîne wir, da ku ew nekarin li wir karê destfiroşiyê bikin.